Sûdanî ferman da ku ji bo qaçaxçitiya petrolê komîteyek bê avakirin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye ku ji bo lêkolînkirina qaçaxçitiya petrolê komîteyeke payebilind were avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îraqê tekezî li ser wê yekê kiriye ku, "Di vê dosyaya,lêkolînkirina qaçaxçiya de ti kêmasî nayê qebûlkirin û divê komîte piştî ku lêkolînên xwe biqedîne, rapora xwe pêşkêşî komîteya Wezîran bike.

Her wiha rêveberiya Kompanyaya Bazarkirina Petrola Îraqê (SOMO) Elî Nezarê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku ti qaçaxçîtî û tevlihevkirina petrolê li bender û sînorên avê yên Îraqê nîne.

Li gorî Rêveberiya SOMO yê diyar kiriye ji bo rêgirtina li van mijaran, di navbera wan û hêzên ewlehiyê û hemû saziyên din de hevahengiyek heye.

Weke ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigottê destnîşan kiriye, Welîd Samerayiyê ku hemwelatiyê Saint Kitts û Nevîsê ye, petrola Îranê bi navê petrola Îraqê bi qaçaxî firotiye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24