Cezayê darvekirinê yê heşt girtiyên bi navên Borzo Beigi, Keremşah Zakipour, Reza Raofi, Morad Bahmanî, Nîma Keramî, Mihemed Baxer Sourî, Elî Rastegarî û Behram Mûsewî, ku berê ji aliyê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" û "têkildarî sûcên madeyên hişber" li wan hatibû birîn, li girtîgehên Saweh, Zencan, Kaşan, Kirman, Neyşabur, Îsfehan, Gorgan û Dorudê hatin darvekirin.
Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Miroavan a Hengawê parve kirine, nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema vê raporê di medyaya hikûmetê de, nemaze di medyaya nêzîkî dadweriyê de, nehatiye ragihandin.
Dewleta Îranê di 10 mehên destpêka salê de hezar û 365 girtî darve kirine.