Pevçûnên nû di navbera Tayland û Kamboçyayê de dest pê kirin.
Îro Serokê berê yê Kamboçyayê Hun Sen got, welatî wî dest bi êrişên li dijî Taylandê kirîye.
Di şerê dawî de 10 kes hatin kuştin
Di encama şerê di navbera her du welatan de herî kêm 10 kes hatin kuştin.
Hejmara windahîyên Kamboçyayê 7 sivîl in û li alîyê Taylandê jî 3 leşker jîyana xwe ji dest dan.
Beriya mehe û nîvekê agirbesteke bi navbenkariya Trump di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin.
Lêbelê niha herdu alî jî bi binpêkirina agirbestê hev du tawanbar dikin.
Taylandê dide zanîn, zêdetirî 125 hezar sivîl li wargehên demkî yên li sê parêzgehên li li ser sînorên Kamboçyayê hatine bicîkirin.
Herçî Kamboçya ye, wê jî li derdora 20 hezar sivîlan ji deverên li ser sînor vekişandin û li ciyên ewle bi cî kirin.
Vê havînê şerekî giran di navbera herdu welatan de qewimî bû û li derdora 50 kes hatibûn kuştin.
300 hezar niştecîyên li wargehên li ser sînor dijîyan neçar mabûn terka cîûwarê xwe bikin.