Îranê mayînek bi navê "Celcala" bi pêş xist

Artêşa Îranê mayîneke dijîdron û balafirên biçûk û nizmfirî, bi navê "Celcala", bi pêş xist. Mayîn ji bo naskirina balafira hedefê sensorên akustîk bi kar tîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo şerkirina li dijî balafirên biçûk û nizmfirî, wek dronên xwekuj ên FPV û multicopteran, artêşa Îranê mayînek bi navê "Celcala" bi pêş xist ku gefê li helîkopterên ku nizm difirin jî dixwe.


Dema ku ev mayîn tê bikaranîn, detanatorên ji bo teqîna li bilindahiyên cuda hatine bernamekirin, ber bi hewayê ve diavêje.

Her teqînek qadeke bi nîv metreyî bandor dike. 

Pêşdebirên çekê diyar kirin ku hêmanên wêranker yên vê çekî, bi leza 2000 m/sn de têne derxistin û bilindahiya bandora wan 350 metre ye. Li gor amaran teqînên vê mayînê qadeke heya nîv metreyî bandor dike. 

Blognivîsê Rûsî Boris Rogin destnîşan kir ku Rûsyayê di salên 1990'î de dest bi pêşxistina teqemeniyên bi vî rengî kiriye û cebilxaneya leşkerî ya Rûsyayê mayînên dij-helîkopterê yên wekî PVM û Boomerang, ku di sala 2012`an de ketine xizmetê, dihewîne. 


"Celcala ji mayînên Rûsî yên dij-helîkopteran baştir dixebite"

Boris Rogin her wiha got ku ev mayîn li ser heman prensîbê û baştir jî dixebite, dengê motorê ji dûr ve tespît dike û dema ku hedefek firîner nêzîk dibe an jî li jêr wê ye, bertek nîşan didin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye