Li gorî malpera nûçeyan a Haalvş, di şeva 23'ê Nîsanê de li gundewarê nêzîkî Raskê, parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hêzên Supaya Pasdaran gule li otomobîlekê barandin.
Di encamê de her du kesên bi navê Mihemed Ekrem Axtarî û Mihemed Îslam Saedî, di gulebaranê de hatin kuştin.
Der barê nasnameya rewşa rêwiyên din ên di otomobîlê de ti agahî nehatiye dayîn.
Li gorî agahiyên çavkaniya Haalvşê, bêyî hişyariyê gule li otomobîlê hatiye barandin.