Hejmara qurbaniyên şerê Yemenê gihşte 128 kesan

Ev du rojin di navbera Hûsiyên Yemenî û hêzên Hikûmeta Yemenê de, rageşiyên leşkerê derketine. Di pevçûnên ku roja Pêncşemê di navbera her du aliyan de rûda, zêdetirî 128 kesan hatin kuştin. Ev pevçûn jî, wekî pevşûnên herî dijwar ji dema agirbesta 2022`an e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hûsiyan li peravên Deryaya Sor û li herêma Taizê bi dron û mûşeken êrîşeke bejayî da destpêkirin.

Hêzên hikûmeta Yemenê diyar kirin ku Hûsî hewl didin deverên stratejîk ên li dora Tengava Bab Mandebê, desteser bike.

Li gorî agahiyan, di van her du rojan de, di şer û pevçûnên di navber Hûsiyan û hikûmeta Yemenê de, herî kêm 66 ji hêzên hikûmeta Yemenê û ji Hûsiyan jî 62 kes hatin kuştin, her wiha sivîlek jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku Hûsiyan di dema êrîşan de li peravên Deryaya Sor û li derdora Taizê gelek noqteyên stratejîk bi dest xistine.

Çavkaniyên hikûmetê daxuyandin ku Hûsî hewl didin bajarê bendera stratejîk a Mixaû herêmên din ên di bin kontrola hikûmetê de tecrîd bike.

Hikûmetê ji bo pêşveçûna Hûsiyan rawestîne, ji Adenê yekîneyên leşkerî şand herêma Taizê.

Li gorî nûçeya AFP’ê rayedarekî hikûmetê diyar kir ku ev hêz li ser daxwaza Erebistana Siûdî hatine şandin.

Hûsî dixwazin perava Bab Mandebê kontrol bikin lê bendera Hûdeydeyê ya li bakurê Mixayê di destê xwe de digirin.

Neha jî, ji ber ku Îranê kontrola Tengava Hurmizê di destên xwe de digire, tengav ji bo Erebistana Siûdî bûye rêyeke deryayî ya girîng.

Hûsiyan di Tîrmehê de li ser Erebistana Siûdî dorpêça deryayî ragihandibû û destnîşan kiribûn ku ew ê tankerên petrolê yên Erbîstana Sûd li Deryaya Sor armanc bikin.

Li Yemenê şerê di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de di sala 2014’an de dest pê kir û di sala 2022’yan de agirbest pêk hatibû.

Lê ev şerê careke din derketiye holê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye