Rûsyayê bi dronan êrîşî depoyek WHO'yê kir

Rûsyayê bi dronan êrîşî depoyek Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya li Kîevê kir. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên Rûsyayê li Deryaya Reş li du keştîyên barhilgir ên ku çek û cebilxane ber bi Ukrayna ve dibirin, xist. Her wiha Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê diyar kir ku Rûsyayê bi şev êrîşî tesîsên binesaziya enerjiyê li herêma Odessa ya başûrê Ukraynayê kir. Di heman demê de karbidestan da zanîn ku çar kes, di êrîşeke Ukraynayê ya duh li herêma sînorî ya Belgorod a Rûsyayê de hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Careke din Rûsiya bi dronan êrîşî paytexta Ukraynayê Kîevê kir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) got ku di êrîşa de yek ji depoyên wê yên sereke ji bo hilanîna pêdiviyên bijîşkî yên mirovî li herêma Kîevê hate lêdan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku tu karmendên wê birîndar nebûne.

Di êrîşên berê yên li ser depoyên rêxstinê li Ukraynayê de, windakirina nîvê pêdiviyan û alavên ku ji bo piştgiriya bi qasî 225 hezar kesan li deverên nêzîkî xetên pêşîn hatibûn armanckirin.

Rûsyayê li 2 keştiyên ku ber bi Ukraynayê ve diçûn xist

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî, ragihand ku hêzên Rûsyayê li Deryaya Reş li du keştîyên barhilgir xist.

Li gorî agahiyan ev her dukeştî çek, cebilxane û alavên leşkerî dibirin Ukraynayê.

Beriya wê jî Wezareta Enerjiyê ya Ukraynayê diyar kiribû ku Rûsya bi şev êrîşî tesîsên binesaziya enerjiyê li herêma Odessa ya başûrê Ukraynayê kir û di encamê de de kesek hatiye kuştin û herî kêm pênc kesên din jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye