Hêzên Piştgiriya Bilez ji Gulana 2024`an ve El Faşer dorpêç kirine, di heman demê de artêşa Sûdanê jî hewl dide ku bajar, ku wekî navenda operasyonên mirovî ji bo pênc wîlayeyên Darfurê kar dike, ji nû ve kontrol bike.
Parêzgarê Darfûr, ku hevalbendê artêşa Sûdanê ye, Mune Menawî banga "parastina sivîlan" li bajarê El Faşer ê ku birçîbûnê jiyan dikin kir.
Menawî : Daxwaza me parastina sivîlane
Mune Minawî diyar kir ku armanca wan parastina sivîlan e û wiha lê zêde kir: " Em dixwazin çarenûsa koçberan bê eşkerekirin û lêpirsînek serbixwe li ser binpêkirin û komkujiyên ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve ji çavên raya giştî dûr ketine bê kirin.
Tora Bijîşkên Sûdanê : RSF`ê Saziyên bijîşkî û dermanxane talan kirin
Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) bi dehan kes li ser bingehên etnîkî li El Faşer darve kirine û saziyên bijîşkî û dermanxane talan kirine.
Torê Bijîşkan tekez kir ku tiştê li El Faşer li dijî sivîlan diqewime wekî kuştina girseyî ye.
Tora Bijîşkên Sûdanê Hêzên Piştgiriya Bilez bi tevahî berpirsiyarê van tawanan dît û bang li "NY, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir sûcdaran li ber edaleta navneteweyî hesab bidin."
Di heman çarçoveyê de, Komîteya Neteweyî a Rakirina Dorpêça li ser El Faşer diyar kir ku 'milyonek kes li bajêr bi darvekirina girseyî re rû bi rû hatine'.
António Guterres: Êşa em li Sûdanê dibînin nayê tehemûlkirin
Li aliyekî din jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterre ji ber "zêdebûna tirsnak a pevçûnê" li Faşer hişyarî da û got: "Asta êşa ku em li Sûdanê dibînin nayê tehemûlkirin."
Ev çend mehin El Faşer aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve di bin dorpêçeke dijwar de ye ku di encamê de gelek qurbanî hene û qeyrana mirovî her diçe girantir dibe.
Şerê li Sûdanê ji Nîsana 2023'an ve şer dest pê kiriye. Şer bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan û koçberkirina bi mîlyonan kesan û welat kiriye nav krîzeke mirovî ya kûrtir .