Marco Rubio: Amerîka dixwaze Grînlanda bikire

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Amerîka dixwaze Grînlanda bikire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rojnameya The Wall Street Journal, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Amerîka dixwaze Grînlanda bikire.

Rojnameyê destnîşan kir ku armanca rêveberiya Amerîkayê kirîna girava xweser e, ku beşek ji Keyaniya Danîmarkayê ye.

Li gorî rojnameyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji alîkarên xwe xwestiye ku planeke nûvekirî ji bo bidestxistina Grînlandayê pêşkêş bikin.

Rêveberiya Amerîkayê di demên dawî de gotinên xwe yên derbarê Grînlandayê de tundtir kiriye.

Qesra Spî duh diyar kir ku vebijarka leşkerî hîn jî di bin nirxandinê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye