Nirxa bernemeya EDIP, 1.5 mîlyar euro ye. Bernameya nû wê projeyên parastinê yên hevpar a di navbera salên 2025 û 2027’an de pêş bixe û girêdayîbûna çekan a ewropayê bi DYE’yê kêm bike.
Bernameyê wê rêjeya kirîna çekan ji derveyî YE’yê, ji sedî 60 kêm bike û Ukranya wê 300 milyon euro par bigire.
Di heman demê de, wê çarçoveyek qanûnî ya nû ji bo veberhênanên hevbeş û kirîna çekan di nav YE’yê de saz bike.
Cîgirê Serokwezîrê Danîmarkayê û Wezîrê Parastinê Troels Lund Poulsen, ku welatê wî serokatiya demkî ya YE dike, diyar kir ku Bernameya Pîşesaziyên Parastinê yên Ewropî kevirê bingehîn ê amadebûna parastinê ya Ewropayê ye.