Ev bûyer li Deryaya Egeyê ku nêzî peravên Girava Chios ê Yewnanistanê qewimî.
Hêzên ewlekariyê yên peravên Yewnanistanê ragihandin ku wan 10 kes rakirine nexweşxaneyê, di nava wan de, 3 kes rewşa wan giran e.
Li peravên Yewnanistanê di nava 10 rojên dawî de ev 2’yemîn karesata koçberan e.
Di 7’ê Cotmehê de, li nêzî grava Lesbosê keştiyek binav bibû û di encamê de 4 kes mirin.
Di heman demê de, roja Înê 23 koçber jî, li nêzî peravên Girîtê hatin rizgarkirin.