Beqayî: Kontrolkirina tesîsên nukleerî ne şerteke ji bo rêkeftina bi Amerîkayê re

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Îsmaîl Beqayî, duh di civîneke çapemeniyê de ragihand ku mijara razîbûna Tehranê, bo vekolîna Îranê ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ve, wekî pêşşertek ji bo rêkeftina bi Amerîkayê re nehatiye danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 23'yê sibatê de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewleta Îranê, Îsmaîl Beqayî di civîneke çapemeniyê de got ku heta ku protokoleke taybet ji bo vekolîna Ajansê ya li ser tesîsên nukleerî yên Îranê neyê destnîşankirin, ew di vî warî de ne berpirs in.

 

Piştî şerê 12 rojî, dewleta Îranê rê li ber Ajansa Navneteweyî girt da ku nikaribe navendên Îranê yên atomî yên ku zirar dîtin kontrol bike.

 

Ev mijar bûye yek ji xalên sereke yên nakokiyê di dosyaya atomî ya Îranê de.

 

'Nîqaşa rêkeftineke demkî di navbera Amerîka û Îranê de bê bingeh e'

 

Îsmaîl Beqayî, di berdewamiya civîna xwe de, hin texmînên li ser îhtîmala gihîştina rêkeftineke demkî bi Amerîkayê re wekî "bê bingeh" bi nav kir.

 

Beqayî di bersiva raporên ku dibêjin hikûmeta Îranê hewl dide ku danûstandinan dirêj bike de, wiha got:

 

"Tu berjewendiya me bi dirêjkirina danûstandinan tune ye.

 

Armanca me ew e ku em encamekê bi dest bixin."

 

'Rakirina dorpêçan daxwaza sereke ya dewleta Îranê ye'

 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewleta Îranê rakirina dorpêçan wekî yek ji daxwazên sereke yên dewleta Îranê di danûstandinan de hesiband û wiha axivî:

 

"Ji nû ve destpêkirina çavdêriyê di çarçoveya protokola zêde de bi şertê wergirtina telafîkirina berbiçav ve girêdayî ye.

 

Her wiha di warê rakirina dorpêçên aborî de jî."

 

Beqayî nezanîna raporên li ser serdana nêzîk a Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Elî Larîcanî bo Omanê nîşan da û ev yek diyar kir:

 

"Divê ev mijar were verastkirin.

 

Dezgeha dîplomatîk a dewleta Îranê di danûstandinan de li gorî erêkirinên Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî tevdigere."

 

'Em teslîm nabin, milet biryar daye ku ji bo rûmeta xwe berdêlan bide'

 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewleta Îranê, Îsmaîl Beqayî di dawiya civîna xwe de wiha ragihand:

 

"Peyva teslîmbûnê di rêbaza Îraniyan de cihê xwe nagire.

 

Karakterê Îraniyan nîşan daye ku ew bi tu awayî xwe teslîm nakin.

 

Miletekî ku biryar daye ku ji bo rûmeta xwe berdêlan bide, dê li ser vê rêyê bi îsrar bimîne."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye