Îro danê sibehê li dibistanek Cihûyan a li Amisterdamê teqînekê rû da, di encamê de, zirarên madî çêbûn.
Derbarê vê bûyerê de, şaredara bajêr Femke Halsema daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de, Femke Halsema got ku ev bûyer, wekî êrîşek qestî li dijî Cihûyan tê hesibandin.
Şaredar Femke Halsema her wiha diyar kir ku ev dibistan, li herêma luks li başûrê Amisterdamê ye.
Femke Halsema got ji ber ku polîs û agirkuj zû gihîştin cihê bûyerê, di encama teqînê de, tenê zirarên piçûk çêbûne û di derbarê birîndaran de tu agahî heta niha nehatine wergirtin.
Şaredara bajêr Femke Halsema bûyer wekî kiryarek tirsonek a êrîşkariyê bi nav kir û got:
"Divê dibistan bibin cihên ku zarok dikarin bi ewlehe lê fêr bibin.
Divê Amisterdam bibe cihekî ewle ji bo jiyana Cihûyan."
Rayedarên Hollandî piştî êrîşeke şewitandinê ya roja Înê ku li ser dêreke li navenda Rotterdamê çêbûbû, ji destpêka hefteyê de, tedbîrên ewlehiyê li perestgeh, dêr û saziyên cihûyan, zêde kirine.