Li Tirkiyê di nav 2 hefteyan de bi dehan jin hatin qetilkirin

Parêzer Esin Îzel Uysal a ji Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Rawestînin' diyar kir ku polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike û wêrekiyê dide tundiya mêr.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê di nava du hefteyên dawî de bi dehan jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan.

 

Piştî ku li Stenbolê di rojekê de şeş jin hatin qetilkirin, pêla tundiya li ser jinan bi zêdehî berdewam dike.

 

Parêzer Esin Îzel Uysal a ji Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Rawestînin' têkîldarî sedem û zêdebûna tundiya li ser jinan ji Ajansa ANF’ê re axivî.

 

 

"Gotinên desthilatê cesaret dide kujeran"

 

 

Esin Îzel Uysal diyar kir ku jin bi her cure hincetan tên qetilkirin û wiha got :

 

"Di rewşên wiha dîtin û fêmkirina sedema şikestinekê hêsantir dibe. Wek mînak; bûyera yekem ku tê bîra min Ayşe Gulterzi bû.

 

Ew ji ber kincên xwe li nava kolanê rastî tundiyê hatibû û piştî wê bûyerên wekhev pir zêde bûn.

 

Wê demê gotinên serokwezîr ên ku di got ne guncav e jin li her derê wekî ku dixwazin li xwe bikin, hebûn.

 

Ev cure gotin dikarin kujeran wêrek bikin."

 

 

"Biryardana jinan li ser jiyana xwe mafê herî bingehîn ê mirovan e"

 

 

Her wiha Esin Îzel Uysal diyar kir ku ew têdikoşin da ku kuştina jinan di civakê de xuyayî bikin û bidin nîşandan ku ev pirsgirêkeke polîtîk e û wiha berdewam kir:

 

"Em bi salan e hewl didin kuştina jinan ji civakê re rave bikin. Lê fêmkirina vê, pêşxistina refleksê ya civakê û birêxistinbûn ne tiştên ku yekser pêk tên in.

 

Dîsa jî, di nava deh salan de hat hînbûn ku kuştina jinan çi ye û dikare çawa were rawestandin.

 

Li aliyekî AKP'ê carna bi eşkere carna jî bi awayekî nerasterast gotinên dijminatiya jinê û polîtîkayên bêcezahiştinê xwedî dike.

 

Li aliyê din jî em hewl didin li dijî van êrîşan polîtîkayên têkoşînê pêş bixin.

 

Em rave dikin ku biryardana jinan li ser jiyana xwe mafê herî bingehîn ê mirovan e, destûr her kesî dihewîne û divê mirov li ser bingeha hemwelatiya wekhev bijî."

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye