4'ê Nîsanê salvegera 14'emîn a damezrandina Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) ye.
Bi vê boneyê, Fermandariya Giştî ya YPJ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"YPJ'ê bi têkoşîneke dijwar, fedakarî û berdêlên giranbiha xwe ava kir û giha roja îro û karî tevahî jinan û gelên herêmê ji zilma rejîma Baas û ji terora DAIŞ’ê xilas bike.
Di pêvajoya Şoreşa Rojava de, şervanên YPJ'ê ne tenê ax parastin; her wiha nîşan dan ku jin dikarin jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet ava bikin."
Yekîneyên Parastina Jin di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hebûna YPJ'ê ji bo hemû jinên ku li Sûriyê dijîn bûye çavkaniya ewlehî û baweriyê û wiha dom kir:
"Îro ger em behsa avakirina pêşerojeke demokratîk û azad a Sûriyê dikin, ev bi saya têkoşîna YPJ'ê û hemû jinên Sûrî pêk tê."
Hebûna YPJ`ê di nav Wezareta Parastinê de gaveke girîng e
YPJ'ê destnîşan kir ku tevlîbûna YPJ' a di nav Wezareta Parastinê de wê bibe wesîle ku artêşeke Sûrî a nûjen were avakirin û di heman demê de wê bikeve bin misogeriya destûrî û qanûnî de.
YPJ'ê bal kişand li ser hevdîtina li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û bilêv kir ku ev hevdîtin tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê.
Her wiha da zanîn ku hîna ew negihane lihevkirinekê bi Şamê re, lê ev hevdîtinên wê dewam bikin:
"Ji bo ku tevlêbûna YPJ’ê di nava artêşê de were misoger kirin, pêdivî bi têkoşîneke hevpar a tevahî jinan û civakê heye.
Em bang li tevahî tevgerên jin ên li Rojava, Sûrî û cîhanê dikin ku xwedî li vê pêvajoya nû ya têkoşînê derkevin, da ku em bi hev re pêşeroja jinan û siberoja Sûriyeke wekhev û azad misoger bikin."