Li gorî daxuyaniyê, di van êrîşan de Nêzî hezar şervanên Hizbullahê hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê: 1.345 kes jiyana xwe ji dest dan
Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê duh daxuyanî da û anî ziman ku ji 2'ê Adarê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de hezar û 345 kes jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha eşkere kir ku 4 hezar û 40 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê diyar kir ku tenê di 24 saetên dawî de 27 kes hatin kuştin, 105 kes jî birîndar bûn.
Îsraîl ku vê dawiyê êrîşeke berfireh a hewayî li Libnanê pêk anî, li başûrê Libnanê jî operasyonên bejayî pêk tîne.