Hêzên parastina siweydayê her diçin mezintir dibin.
Meclisa Leşkerî ya Siweydayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê tevlî "Hêzên Parêzvanên Niştîmanî" bibe.
Di daxuaniyê de hate diyarkirin ku ji ber baweriya wan ya bi yekrêziya çarenûs û armancê, ew banga dîrokî ya ji daîreya serokatiya rûhanî ya ji bo tevlîbûnê erênî pêşwazî dikin û vê yekê weke gaveke aqilmend bi nav dikin.
Meclîsê bibîrxist ku Siweyda di dîroka xwe de keleh û dergûşa berxwedanê bû û wiha lê zêde kir: "Em ê cenga parastina xakê, pîroziyan û parastina sivîlan bidomînin."
Meclisa Leşkerî ya Siweydayê destnîşan kir ku ew amade ne hemû derfetên xwe bixin xizmetî vê destpêşxeriyê û got: "Em soz didin ku em ê ji bo yekitiya civakê û parastina maf û xaka wê leşkerên dilsoz bimînin."
Şêx Terîf bi şandeyên balyozên biyanî re hevdîtin pêk anî
Di heman çarçoveyê de, Serokê rûhanî yê civaka Durzî şêx Muwefeq Terîf, hewlên xwe yên siyasî û dîplomatîk ji bo ragihandina rewşa Siwedayê ji civaka navneteweyî re didomîne.
Şêx Miwefeq Terîf, ji bo rastiya kiryarên li Siwedayê diqewimin ji civaka navneteweyî re radigihîne, şandeyeke Parlamentoya Brîtanî pêşwazî kir û bi balyozên Rûsya û Almanya re hevdîtin pêk anî.
Di civînên Serokê rûhanî yê civaka Durzî şêx Miwefeq Terîf de xalên sereke yên ku hatine destnîşankirin wiha ne:
Xurtkirina agirbesteke berfireh, vekirina korîdoreke ewle bi garantiyên amerîkî yan navneteweyî, bidawîkirina dorpêça li ser parêzgehê, xebata ji bo azadkirina jin û mêrên revandî, misogerkirina vegera kesên koçber ji gundên wan re.