Xwepêşandanên Tevgera "Nifşê Z 212" yên bi daxwaza başkirina kalîteya perwerdê û tenduristiyê îro derbasî roja xwe ya 8ˊan bûn.
Li gorî agahiyên ku hatin dayîn li bajarê Tetwanê bi sedan xwepêşandêran diruşmeyên "Gel daxwaza jinavbirina gendeliyê dike", "Azadî, rûmet, dadmendiya civakî" berz kirin.
Desthilatên Mexribê destnîşan kirin ku di hewla serdegirtina navenda polîsan de 3 xwepêşander hatin kuştin.
Tevgera "Nifşê Z 212 " da zanîn ku zêdetirî 180 hezar, endam li ser platforma Discord berhev kiriye.
Li Agadîr a başûrê Mexribê jî, piştî mirina 8 jinên ducanî li nexweşxaneyeke giştî, xwepêşandanên dijî hikûmetê dest pê kirin.