Nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 3’yemîn salvegara şehadeta xwe de, li Navenda Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bîranîn.
Endama Komîteya Jineolojî, Dilvîn Oremar bal kiaşnd ser têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel û got: Şehîd Nagîhan di jiyana xwe de ne sînordar bû, wê zanista xwe ya ku heyî dikir malê civakê jî.
Pişt re Gulê Batman helbestek li ser şehîd Nagîhan Akarsel xwend.
Nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bibû.