Li Kirmaşanê herî kêm 5 Kurd hatin kuştin

Di hefteya duyemîn a xwepêşandanên li Îranê de, hate ragihandin ku li Kirmşanê, herî kêm 5 welaityên Kurd hatin kuştin û nêzî 50 welatiyên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên herêmî, şevê din li gelek taxên bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên girseyî li dijî Hikûmeta Îranê berdewam kirin.

Hêzên Hikûmeta Îranê êrîşî van çalakiyan kirin û li dijî xwepêşanderan hêza xwe ya çekdarî bi kar anîn.

Di encama van êrîşan de, herî kêm 5 Kurd ji taxa Dareh Derazê, hatine kuştin û nêzî 50 kesên din jî birîndar bûne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye