Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih digirin, duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Hevdîtin 3 saetan domiya. Şandeyê, têkildarî hevdîtinê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:
" Di 28’ê Tebaxê de me li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 3 saetan domiya. Tenduristî û moralê birêz Ocalan gelek baş bû.
Di hevdîtinê de, têkildarî qonaxên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê re derbas dibe û asta em gihiştinê bi berfirehî nirxand.
Wî anî ziman ku pirsgirêka em dijîn, bi qasî ku midaxileyeke cerahî ya taybet jê re pêwîst bike bûye kangren. Diyar kir ku bi vê hesasiyetê nêzî pêvajoyê dibin û heta roja me anîne. Got, armanca me ew e ku ji bo bidawîkirina pêvajoyeke biêş, tişta ji dest tê bikin.
Wî got ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyon, sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne û li ser vî esasî dikarin xwe bigihînin encamê. Destnîşan kir ku ji bo vê jî hewceye gavên di hemû astan de tavilê bên avêtin û bal kişand ser pêwîstiya bi qonaxeke nû.
Birêz Ocalan, got ku wî her tim komareke demokratîk û entegrasyoneke li ser bingeha civaka demokratîk tercîh kiriye û anî ziman ku fêmkirina vê hemleya stratejîk û xwedîderketina li wê dê bi me tevan û Tirkiyeyê bide qezenckirin.
Hinek derdorên siyasetê û çapemeniyê bi nêzikatiyeke jirêzêkirinê raber dikin û wisa digirin dest. Eşkereye ku ev nêzikatî zirarê dide pêvajoyê.
Bi vê wesîleyê, baweriya xwe ya bi dostaniya bêdawî ya di navbera gelan de û aştiyê jî careke din anî ziman."