Girtin û binçavkirina Kurdan zirarê dide pêvajoyê

Girtin û binçavkirina ji ber tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê li Amed, Edene, Riha û Wanê hate şermezarkirin û hate ragihandin ku ev yek zirarê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi giştî li 53 navendan bi dirûşmeyên “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiyên Cejna Newrozê hatine lidarxistin.

 

Saziyên ewlehiyê yên Tirkiyê, têkildarî pîrozbahiyan lêpirsîn da destpêkirin û gelek kes hatine binçavkirin û girtin.

 

Ev girtin û binçavkirin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin

 

Komeleya malbatên girtiyan: Rengê kesk, sor û zer ne sûc e

 

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da.

 

Hevserokê Şaxê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Muhîttîn Mugaç di daxuyaniyê de axivî.

 

Muhîttîn Mugaç got ku di encama darizandin û lêpirsînên derhiqûqî de gelek kes hatine binçavkirin.

 

Mugaç, got: “Me dît ka pirsgirêkên nehiqûqî çawa tên kirin û fllamayên kesk, sor û zer çawa dikin mijara sûcê.

 

Tevî ku di Newroza Amedê de, li ser ewlehiyê gelek lihevkirin hatin kirin û girtek hatin girtin jî îro em bi binçavkirinan hişyar bûn. Ev sepan, zirarê didin pêvajoyê.”

 

Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka TUHAY-DER’ê Yeter Erel Tumayê ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

 

“Ji bo aştiya civakî, azadiya gelan û parastina hesta ewlehiyê ya malbatan, divê ev sepanên zextker bên bidawîkirin, ciwanên binçavkirî bên berdan û em dixwazin edalet pêk bê.”

 

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî got ku sedema aramiya îro ya li Tirkiyê pêvajo ye û ev tişt anî ziman:

 

“Lê belê êrîşên aqilê belengaz didomin. Li dijî vê têkoşîna gelê Kurd jî didome.

 

Bi rojane pêla binçavkirinan didome. Gelê kurd sed sal in serî netewandî, wê li dijî binçavkirinan jî serî netewîne.

 

Ev bêhiqûqtiya we zirarê dide pêvajoyê. Lewma girtî û binçavkirinan tavilê berdin.”

 

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

 

Platforma saziyên demokratîk a Edeneyê: Divê girtî bên berdan

 

Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê jî li pêşiya Parka Înonuyê daxuyanî da.

 

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr daxuyanî xwend.

 

Seyfettîn Aydemîr, wateya Newrozê ya ji bo gelê Kurd vegot û bertek nîşanî serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinan da.

 

Aydemîr, xwest girtîgeh bên valakirin, gavên hiqûqî bên avêtin û ciwanên hatine girtin tavilê bên berdan.

 

Platforma saziyên demokratîk a Rihayê: Zextên heyî zirarê didin pêvajoyê

 

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da.

 

Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerê Rihayê yê TUHAY-DER’ê Serhat Durdu di daxuyaniyê de anî ziman ku ev zextên heyî zirarê didin pêvajoyê. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê rayedar tavilê gavên şênber biavêjin û girtiyên siyasî di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî de demildest bên berdan.

 

TUHAY-DER a Wanê: Divê hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan

 

Li bajarê Wanê jî nerazîbûn li hemberî binpêkirin û girtina Ciwanên Kurd hate nîşandan.

 

TUHAY-DERa Wanê ji bo kesên piştî pîrozbahiyên Newrozê hatine girtin li Qada Bajêrê Wanê daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 

"Ev cejn hem nirxekî neteweyî ye, hem mizgîniya biharê ye û hem jî şahiyeke ku azadiya bindestan sembolîze dike ye.

 

Ew, pîrozbahiyeke xwedî wateya siyasî û civakî ya xurt e ku piştgirî û azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn îfade dike.

 

Lê mixabin, di vê pêvajoya watedar de, coş û tevlîbûna gel bi nêzîkatiyên neyînî û zordar hatine sîberkirin."

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

 

"Bi serdegirtinên malan ên ku nîvê şevê yan jî berê sibê hatine kirin, bi sedan kes hatine binçavkirin, mal hatine talankirin, kelûpel hatine serûbinkirin û miameleyên dijmirovî hatine kirin.

 

Ev cure pêkanîn, dighêjin astên êşkenceyê û bi awayekî cidî zirarê didin pêvajoyên aştî û civaka demokratîk."

 

Di dawiya daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ew dixwazin ku di vê demê de girtîgeh werin valakirin û hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye