QSD: li Dêrazorê 5 şervanên me şehîd bûn

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku 5 şervanên wê di berxwedana li hember êrişên şaneyên DAIŞ`ê de li Dêrazorê jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya QSDê di daxuyaniyekê de got ku 5 hevalên wan Hesen Hamid Ehmed (Adem), Izedîn Seîd El Xelîfe (Yusif), Emmar Mihemed El Elûş (Berî), Emmar Mihemed Xelîfe (Cûdî), Mazin Ebdullah Xelef (Qayser) dema bersiva êrişa şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li dijî xaleke leşkerî ya li gundewarê Dêrazorê dan, jiyana xwe ji dest dan.

QSDê herî dawî soz da ku tola şehîdên xwe hilîne, parastina herêmê û gelê xwe bidomîne.

 

Asayîş: Di encama êrîşeke Daişê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

 

Li aliyê din Asayîşê ragihand ku şaneyên DAIŞ`ê êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên wan a li Dêrazorê kiriye û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatê re xwest û piştrast kir ku lêpirsînên di derbarê bûyerê de dewam dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24