Di 3 qezayên trafikê de kesek mir û 54 kes jî birîndar bûn

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Denizlî ,Hatay û Semsûrê qezayên trafikê rûdan. Di encamê de kesek mir û 54 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di qezaya Denizliyê de, 32 kes birîndar bûn û rêwiyê bi navê Guldane Altınova ya 67 salî  jiyana xwe ji dest da.

 

Li Hatay û Semsûrê  jî di encama qezayan de bi giştî  22 kes birîndar bûn.

 

Piştî agahdarkirina welatiyan, tîmên tenduristiyê, agirkujiyê, polîs û jenderme çûn cihên bûyerê.

 

Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

 

Hat ragihandin ku rewşa ji wan 6 rêwiyan jî dibin xeteriyê deye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye