Tufan Erhirman ji serokatiya partiya xwe istîfa kir

Tufan Erhirman, serokkomarê hilbijartî yê Komara Qibrisa Bakur, piştî serkeftina wî di hilbijartan de, ji serokatiya Partiya Komarî îstifa kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Medyaya herêmî ragihand ku serokê hilbijartî di civîneke awarte de ku li Nicosiyayê pêk hat, rêveberiya partiya xwe ji biryara xwe agahdar kiriye.

 

Erhirman got ku serokê dewletê divê ji bo her kesî be û ji bo yekgirtina rêzên neteweyî li hember pirsgirêkên siyasî û aborî yên ku welat pê re rû bi rû ye, bixebite.

 

Tufan Erhirman ê 55 salî, siyasetmedarekî sosyal-demokrat e ku bi piştgiriya xwe ya ji bo mayîna dewleta yekgirtî ya Qibrisa Bakur bi beşa Yewnanî ya giravê ve, tê nasîn.

 

Di van hilbijartinan de, Erhirman zêdetirî 62% ji dengan bi dest xisitbû, êdî wê ji niha û heya 6 salên din serokatiya Komara Qibrisa Bakur bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye