Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dijîtal (Truth Social) welatên ku alîkariya Îranê dikin hişyar kirin.
Di hişyariyê de destnîşan kir ku welatên alîkariya Îranê dikin wê bi baca gumrikê ya ji sedî 25 bên cezakirin.
Donald Trump got ku ev biryar dê demildest bikeve meriyetê.
Welatên sereke bi Îranê re bazirganîyê dikin Çîn, Mîrekteyê Yekbûyî yên Ereb û Hindistan in.
Loma jî pêşîyê rêveberîya Çînê bi daxuyanîyekê bersivê da Trump.
Pekînê got, ew li dijî her cure ambargoyên yekalî yên neqanûnî ye.
Hew wiha Pekînê dîyar kir, wê hemî tedbîrên pêwîst bigire da ku maf û berjewendiyên xwe yên rewa biparêze.
Berdevkê balyozxaneya Çînê li Washingtonê li ser malpera xwe ya X wiha got:
"Helwesta Çînê ya li dijî sepandina bêserûber a gumrikan yekgirtî û zelal e.
Şerên gumrikê û şerên bazirganîyê bi ser nakevin, zor û zext nikarin pirsgirêkan çareser bikin."
Ev gotinên Donald Trump piştî gefa wê ya ji bo êrişeke bi ser Îranê ve hatin kirin.
Li gorî rojnameya Wall Street Journal, (wol strît jornil) wê di destpêkê de êrîşeke yekem pêk were û bi dûv re wê herdu alî dest bi danûstandinan bikin.
Îran bi salan e ji aliyê Washingtonê ve di bin dorpêçeke giran de ye.
Îran, sala borî bi hevalbendê Amerîkayê Îsraîlê re şerekî 12 rojî kiribû û di meha Hezîranê de tesîsên wê yên nukleerî ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatin bombebarankirin.