Di êrîşa Rûsya li ser Ûkraynayê de 4 kes mirin

Rûsyayê îro ragihand ku wan êrîşek asmanî birin ser bajarê Xarkîvê ya Ûkraynayê. Di encama êrîşê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Waliyê parêzgeha Xarkîvê di derbarê êrîşê de li ser telegramê postek weşand

Di postê de xebera êrişê wiha cî girt:

“Êrîşa Rûsyayê li ser bajarê Xarkîvê ya bakur-rojhilatê Ûkraynayê bû sedem ku  4 kesan jiyana xwe ji dest bidin û 6 kes birîndar bibin.”

Şaredarê Xarkîvê jî got ku balafireke dûr-menzîl a Rûsî li navendeke tenduristîyê ya zarokan ket û bû sedema şewatê.

Hat ragihandin ku ji ber vê êrîşê tu qurbanî çênebû ye.

Herwiha Ûkraynayê ragihand ku ji ber êrîşeke din zirar gihişt bajarê Odessa yê li başûrê welêt.

Moskow di mehên dawî de rojane bi dronan û mûşekan êrîşî Ukraynayê dike.

Armanca êrişên herî zêde binesaziyên enerjiyê yên Ûkraynayê ne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye