Ava deryayê agirê şer gur dike.
Waşingtonê hêza xwe şandiye Hurmizê, Trump dixwaze kilîtên girtin û vekirina deriyê vê tengava stratejîk di bêrîka wî de bin.
Lê Tehran jî heya vê gavê bi zimanê şer daxuyaniyan dide, ew jî hêza xwe dişîne Hurmizê.
Mûşek nehatine bêdengkirin, heya niha dengê wan ji her dengekî din bêtir tê bihîstin.
Îranê êrîşî Kuweyt û Behreynê kir
Îran êrîşî Kuweytê dike.
Fermandariya Artêşa Kuweytê daxuyaniyke nivîskî belav kir û têde ragihand ku bi mûşek û dronan êrîşî ser wan tê kirin û ew jî xwe diparêzin.
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM`ê jî ev yek piştrast kir û da xuyakirin ku wan 6 mûşekên Îranê yên ku bi aliyê Kuweyt û Behreynê ve hatibûn avêtin li asmnan teqandin û mûşeka heftan jî negihiştiye armanca xwe.
CENTCOM: Me 4 dronên Îranê li Hurmizê teqandin
CENTCOM`ê da zanîn ku hêzên wan 4 dronên bombebarkirî yên Îranê teqanidn, ku ew her 4 dron ber bi Tengava Hurmizê ve hatibûn şandin.
Vê sibehê Artêşa Amerîkayê êrîşî ser çend navendên leşkerî yên Îranê li nêzîkî Tengava Hurmizê kir.
Supaya Pasdaran: Me bi mûşekên balîstîk êrîş kir
Berî wê jî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihandibû ku hêzên wan bi mûşekên balîstîk êrîşî ser navenda Elî El-Salim a li Kuweytê kirin, ku ev navend ji aliyê hêzên asmanî yên Amerîkî ve tê bikaranîn.
Supaya Pasdaran ev yek jî anî ziman, ku di heman demê de wan êrîşî ser navenda hêzên deryayî yên Amerîkî li Behreynê jî kiriye.
Trump: Bi tenê 21-22% ji mûşekên Îranê mane
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna bi NBC News re got ku ji 21 heya 22% ji hêza mûşekî ya Îranê li ber destê rayedarên Komara Îslamî maye, ew mûşekên din ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine tunekirin.
Mucetba Xamineyî: Îran bi ser ketiye
Di 4`ê hezîranê de, Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî nameyeke nivîskî belav kir û têde nivîsiye ku Amerîka û Îsraîl di vî şerê dawiyê de li hember Îranê rastî şikestinê hatine.