Li Sûriyê amareke nû ya hejmara kuştiyan hat belavkirin

Kuştin li Sûriyê zêde dibe, di heman demê de rê li ber revandin û diziyê jî vebûye. Saziyeke mafê mirovan hejmara kuştiyên çend mehan kom kiriye, tenê ew kesên ku di şer û pevçûnên eşîrî, malbatî û olî de hatin kuştin. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê SOHR`ê, ragihand ku ji dema rûxandin û ketina rejîma Esed ve û heta dawiya sala 2025'an û mehên destpêkê yên sala 2026'an, zêdetirî 11,226 kes di encama şer, teqîn, pevçûnên navxweyî û tund û tûjiyên cuda de hatine kuştin. Heta niha jî li Sûriyê destûr nehatiye danîn, di cihê destûrê de danezana destûrî heye, her wiha serokkomarê demkî dikare li gor wan desthilatên xwe yên berfireh, biryarên herî çarenivîssaz bide. Nebûna destûr û derengmayîna avakirina Parlamentoya Sûriyê bûye sedem ku kuştin, revandin û dizî bi awayekî berbiçav zêdetir bibin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Kuştina bê serûber a mezhebî, eşîrî û malbatî li tevahiya Sûriyê bi rêjeyeke berbiçav bilind dibe.

Piştî hilweşîna rejîma Esed, li gelek deveran karesat û şerên navxweyî qewimîn.

Pêngava herî bixwîn, li herêmên Perava Sûriyê dest pê kir.

Di Adara 2025'an, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîş birin ser gund û taxên Elewiyan.

Di adara sala par de li Peravê 1400 kes hatibûn kuştin

Di nava hefteyekê de zêdetirî 1,400 kes hatin kuştin ku piranî sivîlên Elewî bûn û bi sedan kesên din jî hatin revandin û wendakirin.

Ev bûyer wekî mezintirîn kuştina mezhebî ya piştî rûxandina rejîmê hate tomarkirin.

Di tîrmeha par de li Siweydayê komkujî qewimîbûn

Li Siweydayê jî, hewldana kontrolkirina çekên koman û sepandina sîstema nû, bû sedema şerên herêmî yên berdewam di navbera hêzên Durzî yên Siweydayê û hêzên Hikûmeta Veguhêz de, ku tê de bi sedan kes hatin kuştin û revandin.

Li Aliyê din, pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nava sîstema leşkerî ya navendî de rastî gelek astengiyan hat.

Di çileya îsal de êrîşî ser Rojava hatibû kirin

Ji ber nakokiyên li ser şêwazê entegrasyonê, di çileya 2026'an de li Heleb û derdora wê, heta ku gihîşt deriyê Hesekê, şerên giran di navbera artêşa veguhêz û QSD'ê de derketin.

Di van pevçûnan de, bi sedan şervan û sivîlan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 200,000 kes koçber bûn.

Ev pêvajoya xwînî, bi îmzekirina peymana 29'ê Çileyê bi dawî bû, lê kuştin û revandin li Sûriyê bi dawî nebûne.

SOHR: 11226 kes hatine kuştin

Li gorî rapor û amarên herî dawî yên Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), ji dema rûxandin û ketina rejîma Esed ve û heta dawiya sala 2025'an û mehên destpêkê yên sala 2026'an, zêdetirî 11,226 kes di encama şer, teqîn, pevçûnên navxweyî û tund û tûjiyên cuda de hatine kuştin.

Ji vê hejmara giştî, zêdetirî 8,654 kes sivîl in ku di nav wan de bi sedan zarok û jin hene.

Li aliyê din, eger em behsa ji destpêka vê salê ve bikin, SOHR`ê da xuyakirin ku hejmara giştî ya pevçûnên malbatî û eşîrî li deverên ku ji hêla Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve têne kontrolkirin, gihîştiye zêdetirî 50'î.

Di encamê de nêzî 45 kes mirine û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne, di nav de jin jî hebûn.

Li Dêra Zorê di 16 şer û pevçûnan de 10 mêr hatin kuştin û 9 kesên din, tevî jinekê, birîndar bûn.

Li Helebê di 8 şer û pevçûnan de 8 mêr hatin kuştin û 7 kesên jî din birîndar bûn.  Kesekî din jî bi guleyên hêzên ewlehiyê hatiye kuştin.

Li Îdlibê di 8 şer û pevçûnan de 6 kes, tevî jinekê, hatin kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn.

Li Derayê di 6 şer û pevçûnan de, ciwanek hat kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Li Quneytîrayê di 2 şer û pevçûnan de, 2 kes hatin kuştin.

Li Laziqiyê di şer û pevçûnekê de kesek hat kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li Humsê di 2 şer û pevçûnan de, 4 kes birîndar bûn.

Li gundewarên Şamê di 2 şer û pevçûnan de 4 kes (2 mêr û 2 jin) hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn. Di sê bûyerên din de jî 4 kes hatin kuştin.

Li Hemayê di şer û pevçûnekê de, kesek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Li Efrînê, kesek hat kuştin û ti kes sedem û kujer nas nake.

Li Parêzgeha Hesekê û gundewarên wê jî di 3 şer û pevçûnan de, 4 mêr hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Di du bûyerên din de jî 2 kes hatin kuştin.

Tevî derbasbûna zêdetirî sal û nîvekê di ser guhertina rêjîma desthilatdar li Sûriyê re, lê heya niha ev welat bê destûr e û bi riya danezana destûrî û desthilata berfireh a serokkomarê demkî Ehmed Şera, biryar têne derxistin.

Parlamentoya Sûriyê jî heya niha bi temamî nehatiye avakirin û deriyên parlamentoyê girtî mane.

Di nav vê valabûna qanûnî de, rêjeya sûc, tawan û kuştinê zêde dibe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye