Bi boneya 3`yemîn salvegera serhildana "Jin, Jiyan, Azadî", Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) daxuyaniyek weşand.
NADA di daxuyaniya xwe de, destnîşan kir ku divê hemû jinên cîhanê li dijî zilmê têkoşîna xwe ya hevpar hîn zêdetir bikin.
NADA: Qetilkirina Jîna Emînî ne mirinekî asayî ye
NADA’yê di daxuyaniyê de, diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî ne mirinekî asayî ye, armanca siyaseta qirêj a li dijî jinan ew bû ku jinên azad bê deng bikin.
Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê daxuyakirin ku dengê jinên azad ên li Îranê, rûxmî hemû zilm, girtin û îşkenceyê jî, agirekî şoreşgerî ye ku bandor li cîhanê kir û pêxistin.
‘Jîna Emînî di dilê jinan de agirê şoreşê pêxist’
Her wekî din NADA`yê destnîşan kir ku ev xwepêşandan ne tenê ji bo porekî bû, lê têkoşînek ji bo azadî, wekhevî û rûmetê bû. Her wiha Jîna Emînî di dilê jinan de agirê şoreşê pêxist û wiha berdewam kir:
“Risha Meradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û jinên din, tenê ji ber ku jiyanek azad hilbijartin û bûn dengê welatekî azad, mehkûmê cezayê darvekirinê hatin kirin.”
NADA: Siyaseta Îranê ya qirêj li dijî jinan şermezar kir
Di dawiyê de, Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bang li jinên li Rojhilata Navîn, Afrîka û li seranserî cîhanê kir ku zexta otorîter a li dijî jinan ya li Îranê şermezar bikin û li dijî qirkirina li ser jinên Şengalê, jinên Elewî yên li peravên Sûriyê, jinên Durzî yên li başûrê Sûriyê, jinên Kurd, jinên Berberî, jinên Asûrî û jinên Ermenî, dengê xwe bilind bikin.