Partiyên Kurdî: Di parlamentoya Sûriyê de mafê me 40 kursî ne

25 Partiyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, li ser pêvajoya hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê, helwesta xwe nîşan da. Partiyan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de tekez kir ku ew bi mafê xwe yê girtina 40 kursiyan ve girêdayî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

25 partiyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê têkildarî pêvajoya hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Ji bo Kurdan, ji 210 kursiyan, tenê 4 kursî derdikevin.

Ev jî bûye cihê nerazîbûnê ligel partiyên Kurdî û tekez dikin ku ew ê ji mafê xwe yê 40 kursiyan danekevin.

Necmedîn Umer: Dayîna mafên Kurdan ne minetî ye

Necmedîn Umer Sekreterê Giştî yê Partiya Şiyû'î ya Kurdistanî diyar dike ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li gorî xwe, bêyî ku li rewşa rastîn a ciyosiyasî ya Kurdan vegere, tevdigere.

Li gorî ku Meclisa Bilind a Hilbijartinan diyar kiriye; dê 9 kursî ji mafê Parêzgeha Hesekê bin. 

Rayedarên hin partiyan dibêjin ku ji wan, tenê 4 ji Kurdan re ne, ji wan 2 ji PYD'ê re û 2 jî ji ENKS'ê re ne.

Ferhad Tîlo: Em hilbijartinan boykut nakin lê em beşdar nabin

Serokê Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê Ferhad Tîlo jî dibêje ku dema rêjeya Kurdan li Sûriyê zêdetirî ji sedî 20 be û tenê 4 kursî bo wan werin diyarkirin, wê demê ev bêwijdaniyeke mezin e.

Ferhad Tîlo tekez kir ku ew beşdarî hilbijartinan nabin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye