Îro tam 34 sal di ser rûdaneke dîrokî li Başûrê Kurdistanê derbas dibe.
Piştî salekê ji Raperîna Mezin a gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Baasê, di 19`ê Gulana sala 1992`an de, Kurdan gava xwe ya herî mezin a ber bi rûmeta siyasî û demokrasiyê ve avêtin.
Cara yekem di dîrokê de, gelê Başûrê Kurdistanê çûn ser sindoqan da ku nûnerên xwe yên rewa hilbijêrin.
Di bin sîwana Eniya Kurdistanî û bi çavdêriya navneteweyî, zêdetirî yek milyon hemwelatiyan dengê xwe dan.
Ev hilbijartin ne tenê avakirina saziyekê bû; nîşandana vîna azad a gelekî jenosîd-dîtî bû li pêşberî hemû cîhanê.
Daneyên hilbijartina yekem a 19`ê gulana 1992`an, wiha ne:
Hejmara Kursiyan: 105 Kursî (100 ji bo Kurdan, 5 ji bo Mesîhiyan)
Benda Hilbijartinê: 7% (Ji ber vê tenê 2 partiyên mezin man)
Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê: 45.3% (50 Kursî)
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK`ê: 43.6% (50 Kursî)
Yekem Serokê Parlamentoyê: Cewher Namîq Salim
Ji ber ku her du partiyên sereke benda %7 derbas kirin û dengên wan nêzî hev bûn, sîstema birêvebirinê ya bi navê "50 bi 50" hat damezirandin.
Her çend hilbijartinên 1992'an wekî "Roja Azadiyê" hatibe binavkirin jî, dîroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di nav pirsgirêkên giran re derbas bû.
Di salên 1994-1998'an de, şerê navxweyî yê di navbera PDK û YNK`ê de karê parlamentoyê sekinand.
Hewlêr (di bin kontrola PDK’ê de) hikûmetek çêkir.
Silêmanî (di bin kontrola YNK’ê de) hikûmeteke cuda çêkir.
Di sala 2002`an de beriya rûxandina rêjîma BAAS`ê bi salekê, her 2 partiyan (PDK û YNK) rûniştin û li ser van xalan li hev kirin:
Her du Hikûmetên cuda (yên Hewlêr û Silêmaniyê) betal bikin.
Parlamento di salên dawî de rastî krîzên qanûnî tê
Ev yekbûn pir girîng bû, ji ber ku eger Kurd nebûna yek, wan nedikarî wek yek hêz daxwaza mafên xwe bikin.
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di salên dawî de ji ber nakokiyên siyasî, paşxistina hilbijartinan û biryarên Dadgeha Federal a Îraqê bi krîzên qanûnî re, rûbirû maye.