Şerê di navbera Hûsiyan û Hikûmeta Fermî ya Yemnê de û him di navbera Hûsiyan û Erbîstana Sûdî de careke din gûr dibe.
Îro Hikûmeta Yemenê Oprasiyoneke berfireh ya leşkerî li dijî Hûsiyan ragihand.
Serokê Konseya Serokatiya Yemenê Reşad Elîmî, di axaftineke televîzyonî de ev agahî da:
"Li ser bingeha biryarên Lijneya Parastina Neteweyî, em îro destpêkirina operasyonên leşkerî ji bo rizgarkirina deverên mayî yên Komarê ji destê Hûsiyan radigihînin.
Ev oparasiyon ji bo berfirehkirina desthilatdariya dewlet û saziyên wê li ser tevahiya axa Yemenê dê were destpêkirin".
Li gorî Ajansa France-Presse, di pevçûnên di navbera hêzên Hikûmetê û Hûsiyan de li parêzgeha Taizê ya li başûrê rojavayê Yemenê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 70`ê kesî hatine kuştin.
Hûsî: Me du operasyonên leşkerî li dijî tesîsên Sûdî Aramco pêk anîn
Di heman dema destpêkirina van oprasyonan de Hûsiyan êrîşên nû li dijî Erbîstana Sûdî pêk anîne .
Tevgera Hûsî ku bi navê Ensar Ellah jî tê naskirin, eşkere kir ku wan bi mûşekên Balîstîk û dronan, êrîşî tesîsên petrolê yên Erbîstana Sûdî kirin e.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan, Yahya Saree, got ku wan "Du operasyonên leşkerî yên bi kalîte li dijî tesîsên Sûdî Aramco li paytext Riyad û herêma Xurais a bi petrolê dewlemende li rojhilatê welat pêk anîne.
Her wiha Yahya Saree pişterast kir ku ev operasiyon bi rengekî serkeftî armancên xwe bi dest xistine û li deverên armancgirtî şewatên mezin çêkirine.
Beriya niha di hefteya derbasbûyî de, Tevgera Hûsiyan gotibûn ku wan êrîşî tesîsên petrolê yên Sûdî kirine.
Lê rayedarên Erbîstana Sûdî jî di daxuyaniyên xwe de îdîa kiribûn ku wan mûşekên ku ji aliyên Hûsiyan ve hatibûn avêtin têk birine.
Tevgera Hûsî ji sala 2014`an û vir ve paytexta Yemenê, Sana û beşên mezin ên bakur-rojavayê welat ku piraniya nifûsê lê dijîn, kontrol kiriye.
Tevgerê meha borî êrîşeke ji nişka ve da destpêkirin û di nav çend hefteyan de Tengava stratejîk a Bab Mandab û nêzîkî 150 kîlometreyan ji peravên Deryaya Sor girt.
Vê yekê jî dasthilatiya tevgerê li ser rêyên navneteweyî yên avê xurtir kir.