Mesûd Barzanî: Em ne kêm ne jî zêde daxwaza bicihanîna destûrê dikin

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî ragihand ku niha pêwendiyên Başûrê Kurdistanê yên bi hikûmeta federal a Îraqê re baş in û got ku ew ne kêm ne jî zêde, daxwaza bicihanîna destûrê dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di merasîma bidawîhatina xula 20`î a Peymangeha Kadroyên PDK`ê de gotarek pêşkêş kir.

Barzanî bal kişand ser peymana navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û fermandarê leşkerî yê Îraqî Hadî Amîrî û got:

Eger ev peyman pêk were baş e lê heke pêk neyînin, em dê bifikirin ka dê helwesta me çawa be.

Me karî heta asteke mezin Başûrê Kurdistanê û xelkê wê ji karesateke gelekî mezin biparêzin.

Rewşa herêmê gelekî hestiyar e û kes nizane ber bi ku ve diçe.

Em dixwazin pêwendiyên me yên herî baş hebin.

Ne bi Îranê re, ne bi Tirkiyê re û ne jî bi ti dewleteke din re em dijmin nînin.

Mesûd Barzanî anî ziman ku ew ji destûrî zêdetir daxwaz nakin, kêmtir jî qebûl nakin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye