Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî rojevên duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de hatine nîqaşkirin, li navenda giştî ya DEM Partî daxuyanî da.
Ayşegul Dogan anî ziman ku di civîna wan a MYK’ê de gelek mijar hatine nirxandin. Ayşegul Dogan, di serî de bal kişand ser zextên ser partiyên muxalîf û got: “Mixabin, muxalefet her roj bi rewşeke nû re rû bi rû dimîne. Li Tirkiyeyê, operasyonên siyasî bi salan e mijara herî zêde tê axaftin. Em bi rewşeke derveyî hiqûqê re rû bi rû ne.”
Berdevka DEM'ê Dogan sepana qeyûm bi bîrxist û qeyûm weke “derbeya li dijî vîna gel” pênase kir û wiha got: “Me her tim got ku zîhniyeta qeyûman zîhniyeteke xirab e. Ev ne meseleya parastina CHP’ê ye, ev meseleya ewlehiya hiqûqî, parastina pergala hilbijartinê û siyaseta demokratîk e.”
Dogan destnîşan kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bike û wiha lê zêde kir: “Komîsyon divê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Komîsyona li Meclisê divê cidî nêz bibe. Em weke DEM Partiyê girîngiya vê komîsyonê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê destnîşan dikin. Lê divê ev komîsyon bi muxatabên esasî, wekî birêz Ocalan, hevdîtinê bike."
'Komîsyon mecbûr e rêyeke hevdîtinê, bi ocalan re bibîne'
Ayşegul Dogan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re gotiye,'Tiştên girîng ku ji komîsyonê re bibêjim hene' û axaftina xwe wiha domand: “Komîsyon, mecbûr e rêyeke hevdîtinê, bi birêz Ocalan re bibîne. Ev pêwîstiyeke, divê wisa be. Anku heke hûn bixwazin bi awayekî xwezayî pêş bikeve, divê hûn rê bidin rêberekî bi sala ye ji bo çareseriyê, aştiyê û zemîneke siyasî û hiqûqî tevdigere. Divê teqez bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”
Şandeyek DEM Partiyê hefteya pêş diçe Îmraliyê
Ayşegul Dogan di diwiya axaftina xwe de jî d zanîn ku wê hefteya pêş şandeyeke DEM partiyê biçe serdana Girava Îmraliyê û got: “Weke DEM Partiyê, em amadekariyê dikin ku şandeyeke hevserokên me yên giştî û endamên MYK’ê jî tê de cih digirin, hefteya pêş biçe serdana birêz Ocalan.”