CHP serokatiya bajar ya li Sariyerê girt

Di çalakiyên protesto kirina qeyûmê, rêveberiya bajêr a Stenbolê ya CHP’ê Gursel Tekîn de 10 kes hatin binçav kirin û gelek kes rastî êrîşa polîsan hatin. Serokatiya Giştî ya CHP’ê li hember qeyûm biryara girtina Serokatiya bajêr ya Stenbolê girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh gelek kesên ku li hember erkdarkirina qeyûman li pêşiya avahiya CHP’ê ya Stenbolê kom bûbûn rastî êrîşa polîsan hatin. Gursel Tekîn rexmî ku berê ragihandibû ku ew bi zora polîsan nakevê avahiya serokatiya bajar jî piştî êrîşa polîsan kete avahiyê.

Navênda Partiya Komarê ya Gel (CHP) jî li hember van geşadanan biryara girtina avahiya Serokatiya Bajar ya li Sariyerê girt.

Avahiya Serokatiya Bajar ya Stenbolê dê êdî li Bahçelîevler a Stenbolê bê.

Di çalakiyên duh de gelek kes hatin binçavkirin û li gor daneyên fermî di derbarê 39 kesan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir jî bi tundî bersiv da îddîayên Gursel Tekîn ku gotibû yên tevlî nobetê bûne ne CHP’îne û got: “Ew endamên bi rûmet yê CHP’ê ne; ev rewşeke şermê ye.”

Tê îddîa kirin ku Gursel Tekîn lîsteyek ku ji 39 kesan pêk tê daye polîsan û talîmat daye ji xeynî van 39 kesan ti kes nekevê avahiya Serokatiya Bajar ya li Sariyerê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24