Di 4'ê Kanûna 2024'an de, Hikûmeta Bayrou derbas hilbijartinan bû, 364 dengên li dijî û 194 dengên erê wergirt û di encamê de, ew hikûmet têk çû.
François Bayrou îro di saetên sibehê de îstifaya xwe pêşkêş kir.
Serokwezîr Michel Barnier heşt meh berê, di dengdana baweriyê de ji peywirê hatibû dûrxistin û François Bayrou li şûna wî bûbû serokwezîr.
Serokê Franseyê Emmanuel Macron, ragihand ku ew ê di rojên pêş de serokwezîrê nû erkdar bike.
Di heman demê de, Rêberên sosyalîst amadebûna xwe ji bo serkêşiya hikûmeteke nû nîşan dan, lê ji bo pêkanîna vê ji serok tawîzên girîng ên îdeolojîk hewce dike.