Civîna 81'emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dest pê dike

81'emîn Civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku serokên dewlet, hikûmet û wezîrên derve yên 193 welatan tîne cem hev, îro li New Yorkê dest pê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civîna îsal de ku di bin bandora şer û krîzên cîhanî de tê lidarxistin, Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonio Guterres dê cara dawî serokatiya rûniştina vekirinê bike.

Civînên asta bilind ên 81'emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ku wekî yek ji girîngtirîn rûniştinên dîplomatîk ên cîhanê tê pejirandin, îro li navenda NY ya li bajarê New Yorkê dest pê dike. Civînên îsal dê di navbera 22 û 28'ê Îlonê de bêne lidarxistin.

Mijara îsal: "Ji nû ve avakirina baweriyê"

Mijara bingehîn a Civata Giştî ya îsal wekî "Ji nû ve avakirina baweriyê, birêvebirina veguherînê û NYyek ku ji bo her kesî encam dide" hat destnîşankirin. Ew rûniştin di serdemekê de ku cîhan bi newekheviyên aborî û qeyranên giran re rû bi rû ye, birêve diçe.

Erka Guterres bi dawî dibe

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, ku dema wezîfeya wî di 31'ê Kanûna Pêşîn a 2026'an de bi dawî dibe, dê îsal cara dawî serokatiya rûniştina vekirina vê civîna girîng bike.

Rojeva cîhanê ya berfireh

Tê payîn ku di lûtkeya îsal de gelek pirsgirêkên navdewletî û krîzên mirovî yên li seranserê cîhanê bi berfirehî werin nîqaşkirin, ku di nav van babetên sereke yên rojevê de êrîşên li ser Îranê û ewlehiya Tengava Hirmuzê, şerê berdewam ê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, pirsgirêka Qibrisê, pevçûn û rewşa mirovî ya ku her ku diçe li Sûdanê xirabtir dibe, krîza mirovî ya li Myanmarê û krîza ewlehiyê ya giran a li Haîtîyê cîh digirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye