Li Qasra Serokkomariyê ya navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê Lûtkeya 36emîn a NATOyê tê lidarxistin.
Serok û wezîrên 32 dewletên endamên NATOyê ne, dê di lûtkeyê de amade bin.
Lûtke wê 2 rojan berdewam bike û piştî lûtkeyê jî dîsa li Enqereyê di navbera Serokên dewletan de hevdîtin pêk werin.
Lûtkeya NATOyê dê bi xwe re çi bîne, bandoreke çawa li herêmê bike, roleke çawa dê ji Tirkiyê re bê dayîn û bandoreke çawa li ser şerê li herêmê bike, tê nîqaşkirin.
Beriya Lûtkeya NATOyê Walîtiyê Enqereyê ji 28ê Hezîranê heta 10ê Tîrmehê çalakî û daxuyaniyên li kolanan qedexe kir.
Her wiha ji bo li dijî Lûtkeya NATOyê bertek dernekevin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tİrkiyê serdagirtinên malan pêk hatin û di encamê de zêdetirî 4 hezar kes hatin binçavkirin. Ji van nêzî 300 kes hatin girtin.
Li Enqereyê rewşeke awarte tê jiyankirin
Her çiqas rewşa awarte nehatibe ragihandin jî li Enqereyê bi awayekî fîîlî rewşeke awarte heye.
Ji ber ku piştî binçavkirin û girtinan li Enqereyê hemû kolan ji aliyê polîsan ve hatine girtin û welatî rastî legerîn û kontrolkirina nasnameyê tên.
Her wiha xaniyên li nêzî otelên serokên dewletan lê bimînin jî hatine valakirin û welatî li otelên cuda hatine bicihkirin.
Xaniyên xirab ku weke gecekondu tên binavkirin jî ji bo xuya nekin derdora wan hatiye girtin.
Her wiha ji cihên weke xwaringeh, cafe û dikanên li nêzî otelên serokên dewletan bi cih bûnê jî hatine girtin.
Projeyên nû yên bi milyaran dolarî ji bo pîşesaziya parastinê di rojev de ye
Rayedarên NATOyê amadekariyan dikin ku di lûtkeya li Enqerê de projeyên nû yên bi milyaran dolarî ji bo pîşesaziya parastinê ragihînin.
Tê gotin ku peymanên ku dê di lûtkeyê de werin ragihandin, armanc dikin ku şiyanên parastinê yên Ewropayê xurt bikin û hevkariya hilberîn û teknolojiyê ya hevbeş di navbera hevalbendan de zêde bikin.
Hûrgiliyên projeyên ku dê di Foruma Pîşesaziya Parastinê ya NATOyê de werin ragihandin, beriya lûtkeyê nehatine parvekirin.
Lêbelê, çavkaniyên dîplomatîk destnîşan dikin ku nirxa giştî ya peymanên ku hatine ragihandin dê bigihîje deh milyar dolaran.
Pakêt wekî beşek ji stratejiya demdirêj a Ewropayê ji bo lezandina hilberîna parastinê têne hesibandin.
Nato û Ewropa xwe ji şer re amade dikin
Rayêdarên NATO, xeta Rûsya, Çîn û Îranê weke xetere binav dikin û tê gotin ku li dijî van hêzan divê zêdetir mekanîzmayên zextê bikevin dewrê.
Rayedar dibêjin, êdî dema aştiyê qedyayê û divê Ewropa û NATO xwe ji şer re amade bike û li ser vê esasê hilberîna çekan zêdetir bike û li ser xurtkirina parastinê raweste.
Di lûtkeyê de tê payîn ku li ser Rojahilata Navîn û Îranê biryarên nû bên girtin û li ser makanîzmayên zextê nirxandin bêne kirin.