Piştî merasîmeke cenazeyê ya mezin li paytexta Îranê, cenazeyê Rêberê Bilind ê berê yê Îranê, Ayetullah Elî Xamineyî bo bajarê Qumê, hate veguhastin.
Dîmenên helîkopterekê hatin weşandin ku tabûta Elî Xamineyî li bajêr derdikeve, ku ew jî qonaxek din a merasîmên cenazeyê ji bo îro hatiye plankirin.
Çavê xelkê li derketina Mucteba Xamineyî ye
Ji roja şemiyê ve, Tehran şahidiya merasîmên giştî yên berfireh bûye, ji bo xatirxwestina Xamineyî ku di 28ê Sibatê de ligel çar endamên malbata xwe di êrîşa hewayî ya yekem a Amerîkî-Îsraîlê li ser Îranê de hatin kuştin.
Duh sibehê cenazeyê Elî Xamineyî di kolanên sereke yên paytextê de, hat gerandin.
Li gorî televîzyona dewletê, bi milyonan kes beşdarî merasîma cenazeyê bûn.
Di nav wan milyonên kesan de çavê xelkê li derketina Mucteba Xamineyî ye.
Ji ber ku îro roja çaremîn ji merasîma cenezeyê Elî Xamineyî ye, lê heta niha Mucteba Xamineyî xuya nebûye.
Şîndaran alên Îranê û wêneyên Xameneyî hilgirtin, û hinan pankartên sor ên ku sloganên wekî "Tolhildan ji bo Huseyîn", "Tolhildan ji bo Xamineyî" hildan.
Piştî merasîma Îro wê berê cenezeyê Elî Xamineyî bidin Necef û Kerbelayê.
Ew jî ji bo serdana goristanên Îmam Elî li Necefê û Îmam Huseyîn li Kerbelayê bike.
Di 9ê Tîrmehê de li bajarê wî yê jidayikbûnê Meşhedê, wê were veşartin.
Trump Gefeke nû li Îranê xwar
Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Waşington wê yan bi Îranê re bigihîje rêkeftinekê yan jî wê kar biqedîne.
Her wiha Trump gefa xwe ya çalakiya leşkerî jî dubare kir.
Hevdîtinên nerasterast di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de hefteya borî bêyî nîşanek giştî ya pêşveçûnê ber bi bidawîkirina daîmî ya şer ve bi dawî bûn.
Trump: Em dikarin di saetekê de pirên wan hilweşînin
Trump li Ofîsa Oval ji rojnamevanan re got:
“Yan em ê peymanekê bi Îranê re çêbikin yan em kar biqedînin.
Û qedandina kar ji bo me ne dijwar e.
Ez tercîh dikim ku peymanekê çêbikim ji ber ku ez naxwazim bandor li 91 mîlyon kesan were.
Em dikarin di saetekê de pirên wan hilweşînin, û em dikarin elektrîkê jî li ser wan qut bikin.
Niha pereyên wan tune ne.
Me pere nedaye wan.”
Ebas Îraqçî: Heger gef hebin dan û standin dest pê nakin
Piştî gefa Donald Trump li dijî Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî bi daxuyaniyekê bersiva Trump da.
Ebas Îraqçî ragihand ku gefên Amerîka li hember Îranê berdewam in, heger gef hebin dan û standin dest pê nakin.
Îraqçî behsa rêkeftina ku meha borî ji aliyê Îran û Amerîkayê ve hatibû îmzekirin, kir û ji aliyên Amerîkî re got ku rêzê li îmzeya xwe bigirin.
Îranê du mûşek avêtin keştîyên li tengava Hurmizê
Di heman demê de jî melpera Axios, ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkî ragihand ku Pasdarên Şoreşa Îranê êvara duşemê herî kêm du mûşek avêtine keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Hat eşkerekirin ku du keştiyên bazirganî zirareke mezin dîtine, lê ti qurbanî çênebûne.