Doza kuştina Nihat Kazanhan ê 12 salî hîn berdewam e

15'emîn rûniştina ji nû ve darizandina polîsê operasyonên taybet ê Tirkiyê ku Nihat Kazanhan ê 12 salî kuştiye, hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Cîzire ya Şirnexê, Nihat Kazanhan ê 12 salî ji aliyê Mehmet Nurbaki Goçmez, polîsê operasyonên taybet ve hat kuştin.

 

15'emîn rûniştina ji nû ve darizandina Mehmet Nurbaki Goçmez ku ev 2 sal û 7 meh in bi bultena sor lê tê gerîn, hat lidarxistin.

 

Rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Cîzreyê pêk hat, malbata Kazanhan û parêzerên wan beşdar bûn.

 

Di dema danişînê de, serokê dadgehê diyar kir ku agahiya sor hîn jî di meriyetê de ye û xwest ku îfadeyên malbatê yên ji danişînên berê wekî xwe werin tomarkirin.

 

Piştî îtîraza parêzerê malbatê Osman Cingoz, îfade dîsa hatin girtin.

 

Dayika Nihat Kazanhan, Ayşe Kazanhan, daxwaza girtina gumanbar kir û wiha got:

 

"Divê kujer were girtin. Hûn kujer nas dikin, hûn dewlet in. Ger hûn bixwazin, hûn dikarin kujer bibînin. Kujer bibînin."

 

Bavê Nihat Kazanhan Mehmet Emin Kazanhan, daxwaz kir ku gumanbar were dîtin û girtin, û her tiştê pêwîst were kirin.

 

Parêzer Osman Cingoz, bi dubarekirina argumanên di rûniştinên berê de hatine kirin, daxwaz kir ku bersûc were dîtin û girtin.

 

 

Kujerê Nihat Kazanhan li derveyî welêt e

 

 

Serokê dadgehê diyar kir ku bersûc li derveyî welêt hatiye dîtin û got:

 

"Dema ku bersûc were girtin em ê biryarekê bidin. Her tiştê pêwîst hatiye kirin.

 

Bersûc li derveyî welêt e. Ev hatiye diyarkirin. Ji niha û pê ve çi hewce bike divê li derveyî welêt were kirin."

 

Serokê dadgehê red kir ku derbarê cihê bersûc an pêşketinên têkildar de agahî bide.

 

Dadgehê ji bo çareserkirina kêmasiyên di dosyeya dozê de, danişîn heta 13'ê Hezîranê paş xist.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye