Eniya Berxwedana Îslamî li Îraqê, plana serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya ji bo rakirina çekan ji destê komên çekdar wekî xeta sor bi nav kir.
Eniya Berxwedana Îslamî li Îraqê bi daxuyaniyekê ev ragihand:
"Em ji vê axa pîroz careke din dibêjin ku em li ser rêbaza berxwedana domdar û bi wê ve girêdayî ne.
Bila hêzên dijmin vê bibihîzin."
Eniya Berxwedana Îslamî: Çekên me ne amûrek in ji bo lihevkirinê
Eniya Berxwedana Îslamî her wiha ev anî ziman:
"Bila dijminên me bizanin ku hêzên ‘eniya maf’ mîna laşekî yekgirtî ne û ti hêz nikare me ji armanca derxistina dagîrkeran ji Îraq û herêmê paşde bixe."
Eniya Berxwedana Îslamî: Çekên me bawerî û peyman û emaneteke olî ne
Eniya Berxwedana Îslamî da zanîn ku çekên wan ti carî nebûne amûrek ji bo lihevkirinê û got ku ev çek bawerî, peyman û emaneteke olî ne.
Di daxuyaniyê de, der barê çek û şiyanên leşkerî de jî, eniyê ev da xuyankirin:
"Em li ber asta ku niha gihîştinê, ranawestin.
Di heman demê Eniya Berxwedana Îslamî diyar kir ku heta xeyalên zordaran têk nebin û serwerî û rûmeta xwe neparêzin, ew ê ne xewê û ne jî aramiyê nebînin.
Elî Zeydî: Divê heta 30'ê meha 9'an hemû kom çekên xwe deyînin
Ev helwesta Eniya Berxwedana Îslamî ya Îraqê di demekê de hatiye ku tê payîn di nîvê vê mehê de serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, li ser daxwaza serokê Amerîkayê Donald Trump, serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.
Yek ji mijarên girîng ku Amerîka li ser wê li Îraqê israr dike, derxistina çekan ji destê komên çekdar ên nêzîkî Îranê ye.
Ji destpêka karûbarên serokwezîrê Îraqê ve jî, Amerîka hişyariya tund da Elî Zeydî ku ji bo piştgiriya hukûmeta wî, divê li Îraqê ti komeke çekdar a serbixwe nemîne û çek di destê wê de tune be.
Serokwezîrê Îraqê heta 30 ê îlonê wekî dawiya demê ji bo komên çekdar destnîşan kiriye.
Heke heta vê demê komên çekdar, çekên xwe radestî dewletê nekin, ew ê bi cezayên herî giran re rûbirû bimînin.