Kremlînê ji bo firotina S-400'î bi Tirkiyê re têkilî daniye

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Rûsyayê TASS’ê, Kremlînê ji bo firotina S-400’î, bi Enqereyê re têkilî daniye. Tê angaştkirin ku Tirkiye dê S-400 a di destê xwe de bide welatên sêyem ên weke Qeter û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî lûtkeya NATO’yê û daxuyaniya Donald Trump ku behsa rakirina cezayên CAATSA li ser Tirkiyê ku yek jî sedema kirîna Tirkiyê S-400 bû, derket holê ku Tirkiye ji bo vê mijarê bi Rûsyayê re ketiya nav hewldanan.

Berdevkê Çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov, di civîneke çapemeniyê de, der barê hevkariya leşkerî-teknîkî ya navbera herdu welatan de û angaştên di rojevê de daxuyanî dan.

Piştî angaşta ku dibêje S-400 dê ji Qeter û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî re bên firotin, Peskov bal kişand ku ev mijar gelekî hestyar e.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ku bersiva pirsên rojnamevanan da, bal kişand ser girîngiya stratejîk a mijarê û xwe ji dayîna hûrgiliyên rasterast ên der barê angaştan de dûr xist û got:

"Ez li vir tenê dikarim tiştekî bibêjim: Ev mijar dikeve qadeke gelekî hestyar.

Di vê mijarê de têkiliyên me bi aliyê Tirkiyê re çêbûn û em ê van têkiliyan berdewam bikin."

Dmitriy Peskov diyar kir ku nîqaşkirina vê pêvajoyê dê di navbera herdu welatan de berdewam bike.

Li gorî nûçeya Bloombergê, Tirkiye ji bo ku sîstemên parastina ezmanî yên ku ji Moskovayê kirîbûn, dewrî welatekî sêyem bike, erêkirina Rûsyayê dixwaze.

Li gorî nûçeyê, hevdîtinên di navbera Kremlîn û Enqereyê de yên ji bo firotina S-400’î, beriya çend hefteyan dest pê kirine.

Sîstema S-400’î ji bo Rûsyayê an jî firotina wê, di serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan a li Moskovayê de hatibû rojevê.

Ev hevdîtin tenê çend mehan piştî wê yekê pêk hat ku serokkomar Erdogan pêşniyar kiribû sîstemên fuzeyan ên S-400’î li Rûsyayê bên vegerandin.

Rayedarên Tirk ji bo veşartîmayîna hevdîtinan nexwestin navê wan bê eşkereirin, diyar kirin ku ev raman zêde deng venedaye.

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi ku bi nêzîkatiya xwe ya ji bo îktidarê tê naskirin, îddia kiribû ku S-400 hatine firotin.

Selvi der barê firotina ji bo kîjan welatî de destnîşan kir ku herdu gengaziyên Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û Qeterê tên axaftin û nirxandina "ya herî baş ew e ku em li benda daxuyaniya fermî bin" kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye