YRK: Bêyî Kurdan kes nikare gavên cidî biavêje

Der barê êrîşên Îranê yên li dijî gerîlayan de, endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê Şiyar Şevger diyar kir ku di dema niha de divê her kes hesabê gelê Kurd bike û fêm bike ku bêyî kurdan, nikarin gavên cidî biavêjin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di nava guhertina nexşeya Rojhilata Navîn de ku dewletên gewre dimeşînin, şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de li pêş e.

Di wî şerî de jî Îran xwe wekî serkeftî dibîne û li rex wê jî êrîşî hêzên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê dike.

Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger têkildarî mijarê axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Îranê yên li dijî yekîneyên wan.

Şiyar Şevger der barê bersivdana hêzên dewleta Îranê de wiha got:

"Weke gelê Kurd, em ne Kurdên berê ne.

Biryara şerkirin û dema wê, berjewendiyên gelê me diyar dike, ne daxwaz an jî plana hêzên derve.

Di dema niha de divê her kes hesabê gelê Kurd bike û fêm bike ku bêyî me nikarin gavên cidî biavêjin. 

Gelê Kurd ne alîgirê şer e, lê ji bo parastina rûmeta xwe her dem amade ye."Fermandar Şiyar Şevger behsa zextên îranê li dijî gel jî kir û ev tişt got:

"Piştî sekinîna şer, rêjîma Îranê zexta li ser gel zêde kiriye û di heman demê de bidarvekirin û binçavkirinên xwe jî di asteke herî jor de dimeşîne. 

Ev yek weke sedema zêdebûna nakokî û dûbendiya di navbera gel û rêjîmê de tê pênasekirin. 

Bi van kiryaran nikare gel bitirsîne an bitepisîne; berevajî wê, gel yekdengtir û bihêrstir dibe. 

Eger Îran dixwaze bi aramî bijî, divê bi gel û hêzên gel re bikeve nava diyaloga çareseriyê.

"Şiyar Şevger helwesta PJAKê ya li hember êrîşan jî wiha anî ziman:

"Îran li hin herêman operasyonên leşkerî li dijî gerîla dimeşîne.

Em her tim dibêjin ku em ne alîgirên şer in.

Lê em ti êrîşan jî bê bersiv nahêlin.

Hêzên PJAK'ê ji bo her rewşê amade ne û hêza wan a bersivdanê heye.

Lê heta niha nexwestine bi hemû hêza xwe bersiva êrîşên Îranê bidin. 

Ji bo bikaranîna teknîka serdemê, em hêzeke nûjen in û xwedî pisporiya pêwîst in.

Gerîla li ser ax û li welatê xwe bi gelê xwe re di nava jiyan û xebatê de ye û ti carî êrîşî ti hêzê nekiriye."

YRK: Ji bo avakirina artêşa hevpar em amade ne

Têkildarî yekrêziya Kurdî, fermandarê YRK’ê banga bihêzkirinê li hêzên Kurdî kir û ev tişt anî ziman:

"Divê yekîtiya neteweyî bêtir ava bibe û firehtir bibe. 

PJAK û YRK li gel yekîtiya gelê Kurd hatine avakirin. 

Em di ferqa girîngiya demê de ne û em li gorî vê tev digerin. 

Ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî, em xwe amade dibînin."

Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger di dawiyê de anî ziman ku ji bo serkeftinê pêdivî bi parastin, yekbûna gel a civakî û valaderxistina lîstokên dagîrkeran heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye