Li ser maseyê xitimîn û li qadê jî gefên şer derdikevin pêş

Piştî pêvajoya şerekî dijwar, tevî ku agirbestek heye jî, lê di navbera Îran û Amerîkayê de rageşî ranaweste. Danûstandinên nerasterast ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de, ketine qonaxeke nediyar û asê. Di demekê de ku hevdîtinên dîplomatîk li ber “xetên sor” ên her du aliyan xitimîne, bi gefên dualî rageşî û nediyariya li Rojhilata Navîn didome. Di vê rewşa asê de her tevgereke şaş a leşkerî an jî êrîşeke provokatîf, dikare bibe sedema teqîneke mezin li tevahiya Rojhilata Navîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hewldanên dîplomatîk û muzakereyên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de ku demek e bi navbeynkariya welatên wekî Pakistan, Uman û Qeterê dihatin meşandin, ketine qonaxeke bi temamî asê.

Pêvajoya ku ji bo sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê, rakirina dorpêçên aborî û kêmkirina rageşiya li herêmê hatibû destpêkirin, li gorî pêşketinên dawî rawestiyaye.

Her du alî jî bi daxuyanî û tevgerên xwe nîşan didin ku ew ji pozîsyonên xwe yên radîkal paşve gavê navêjin.

Ev yek jî nediyariya şer a li Rojhilata Navîn didomîne.

Li ser maseyê lihevkirin tune ye

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk û geşedanên li qadê, Îran û Amerîka di xalên bingehîn de li hev nakin. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan dike ku heta Îran bernameya xwe ya dewlemendkirina uranyumê ranewestîne û piştgiriya xwe ya leşkerî ji bo komên çekdar ên li Sûriye, Îraq, Yemen û Libnanê qut neke, ti pêşketin çênabe.

Trump her wiha gefa zêdekirina dorpêçên aborî û gefa jinûvedestpêkirina şer jî dubare dike.

Îran gefên Trump wekî blof dibîne

Li hemberî vê yekê, helwesta Rêveberiya Tehranê jî hişk e.

Li gorî pisporan, bi boneya daxuyaniyên Trump ên ku hev nagirin, Îran gelek gotinan wekî blof digire dest.

Îran, wekî mercê destpêkê yê her cure peymanekê, daxwaza rakirina tam a hemû dorpêçên aborî û bazirganî yên li ser xwe dike.

Tehran her wiha bi tundî red dike ku destwerdan û hêza wê ya leşkerî ya li herêmê bibe mijara bazara di muzakereya nukleerî de.

Ji ber van nakokiyên kûr, maseya dîplomasiyê xitimiye.

Şerê wekaletê tê xurtkirin

Asêbûna li ser maseya muzakereyan, bandoreke rasterast li qada Rojhilata Navîn dike. 

Ji Deryaya Sor heta Îraq û Sûriyê, tevgera leşkerî ya her du aliyan zêde bûye.

Amerîka bi zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê û xurtkirina baregehên xwe, peyama amadekariya şer dide.

Îran jî bi rêya komên xwe yên wekaletê, gefan li berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê dixwe.

Çavdêrên siyasî hişyariyê didin ku di vê rewşa asê de, her tevgereke şaş a leşkerî an jî êrîşeke provokatîf, dikare bibe sedema teqîneke mezin li tevahiya Rojhilata Navîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye