'PÊKANÎNA DANÛSTENDINÊN NUKLEERÎ YÊN BI ŞERTÊ RAWESTANDINA DEWLEMENDKIRINÊ RED DIKIN'

Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, Elî Şemxanî duh diyar kir ku Tehran danûstandinên li ser mijara nuklerî bi şertê rawestandina dewlemendkirina uranyumê red dike.

reset font size increase font size

Elî Şemxanî destnîşan kir ku eger Amerîka daxwaz bike Îran dest ji dewlemendkirina uranyumê berde wê Îran danûstandinên xwe bi Amerîkayê re rawestînin.

Her wiha şêwirmendê Xamineyî teqez kir ku dewlemendkirina uranyumê ji bo wan xeta sor e.

Li gorî ajansa Tesnîm ya Îranî, heta niha dem û cihên hevdîtinan nehatiye diyar kirin.

Wezîrê karê dervê yê Îranê Ebas Iraqçî û nûnerê Amerîka yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji nîsana borî ve ji bo mijara nukleerî ya Îranê pênc caran hevdîtin kirin û berî cara şeşemîn, Îsraîlê di 13ê Hezîranê de êrîşî Îranê kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24