Yisrael Katz: Me Elî Xamineyî kuşt

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku Îsraîlê Elî Xamineyî kuşt û Îsraîl amade ye ku bersiva her gefê bide.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Yisrael Katz diyar kir ku Xamineyî, yê ku niha merasîma cenazeyê wî tê lidarxistin, ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin, ji ber ku wî bi xwe planek ji bo tunekirina Îsraîlê dabû destpêkirin.

Katz zêde kir ku Îsraîl wê her rêberê Îranî ku plana tunekirina Îsraîlê bike, bikuje û tekez kir ku Îsraîl amade ye di her kêliyê de li dijî her gefê dîsa xwe biparêze.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got ku dirûşmên ku ji aliyê beşdarên merasîma cenazeyê Xameneyî ve hatine gotin û banga tolhildanê li dijî Donald Trump kirine, çavkaniya şermê ne û xwezaya rastîn a desthilatdariya Ayetullahan nîşan didin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye