Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyum li şûna wî hatiye erkdarkirin, hevşaredara Elihê Gulistan Sonuk a qeyum li şûna wê hatiye erkdarkirin, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bernameyê bûn.
Di roja duyem a komxebatê de, forûm hatin lidarxistin.
Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan di rûniştina yekem a forûmê de axivî.
Zeydan diyar kir ku sed sal in polîtîkayên asîmîlasyonê, qirkirina çandî û aborî li ser Kurdan tên birêvebirin û bi taybetî di 10 salên dawî de, bi “Plana Têkbirinê” û polîtîkayên qeyuman, zextên giran li ser sazî û torên hevgirtinê hatine kirin.
Her wiha Gulistan Sonuk jî bal kişand ser xizaniya ku îro gel dikşîne û got ku ew îro di xaleke wiha de ne ku rûbirûyî xizaniyeke pir giran bûne.
Sonuk her wiha bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ew dixwazin bi vê pêvajoyê aboriya gel jî nîqaş bikin.
Piştî niqaşên berfireh ên du rojan komxebat bi encamnameyekî bi dawî bû.
Di encamnameyê de hate gotin ku bêkarî, xizanî û kedxwarî ne qeder e, jo bo aboriya komînal merc guncav in tenê gavên şênber lazim e.
Dîsa hate gotin ku wê planeke lezgîn were amadekirin piştre ji raya giştî re bê eşkere kirin.