Ajansa Nûçeyan a Mehr, di derbarê hişyariya Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran ji bo keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin de, agahî parve kirin.
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran nexşeyek weşand ku tê de du rêyên başûr û bakurê girava Larakê nîşan dane û ragihand ku bi armanca xweparastinê ji egera teqîna mayînan û bi hemahengiya Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran, keştî divê heta agahdarkirineke din rêyên alternatîf ên di Tengava Hurmizê de bi kar bînin.
Amerîka ji bo vekirina Tengava Hurmizê zexteke zêde li Îranê dike.
Duh piştî ragihandina agirbestê, Îranê ji bo çend saetan tengav vekir, lê piştre ji ber binpêkirina agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve, Tehranê dîsa tengav girt.