Balyozê Îranê yê li Pakistanê Rîza Emîrî Muqedem, îro ragihand ku şandeyeke Îranê dê îşev bigihêje Îslamabadê da ku der barê bidawîkirina şerê ligel DYA û Îsraîlê de, dan û standinan bike.
Balyozê Îranê yê li Pakistanê, der barê mijarê de ev agahî li ser hesabê xwe yê X'ê parve kir:
“Tevî giliyên raya giştî ya Îranê yên li ser binpêkirinên domdar ên agirbestê yên ji aliyê Îsraîlê ve, îro êvarê şandeyeke Îranî digihêje Îslamabadê da ku dan û standin li ser 10 xalên ku Îranê pêşkêş kirine, bike.”